Îro danê sibê ji aliyê tîmên Şaxa Têkoşîna bi Terorê ve li dijî Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Enqereyê û Buroya Enformasyonê ya li Amedê operasyon hat lidarxistin.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, polîsan li avahiyên DBPê dest bi lêgerînê kirin.
Hat ragihandin ku polîsên Tirkiyê herwiha li bajarên Riha, Dîlok û Stenbolê jî bi ser malên endamên DBPê de girtine.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di daxuyaniyekê de ragihand ku polîsan bi ser avahiyên Navenda Giştî ya partiyê yên li Enqerê û Amedê de girtine û di encam de hejmarek rêveber hatine desteserkirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir jî di nav desteserkiriyan de ye.
Partiya Herêmên Demokratîk li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kiriye û ragihandiye: “Vê sibê polîsan bi ser navendên me yên Enqere û Amedê de girtine û Serokê Giştî yê partiya me Keskin Bayindir jî di nav de hejmarek rêveberên me hatine desteserkirin. Bila faşîzm baş bizane ku polîtîkayên wan ên zordariyê nikarin rê li ber me bigrin.”
DBPê herwiha dîmenên desteserkirina Bayindir belav kirine û dibêje: "We gelek caran dît ku hun nikarin bi zorê, bi girtinê, bi operasyonên qirkirina siyasî me têk bidin. Hun yek Kurdekî ku gav paşde biavêje nabînin, temenê we yê siyasî têra vê yekê nake."
Li gor zanyariyan li parêzgehên Riha, Dîlok û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê jî li avahiyên rêxistina DBPê pişkînîn hatine kirin û polîsan bi ser malên hejmarek rêveberan de girtine û operasyon berdewam e.