Çelîk li ser PKKyê daxuyanî da: Vê mehê dibe ku tiştên girîng çêbibin

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, derbarê çakdanîna PKKyê got, “Dibe ku di nav vê mehê de rûdanên nû çêbibin û devjêberdana çekan a rêxistinê dê bibe xalek veguherînê.”

22.04.2025, Sal - 09:51

Çelîk li ser PKKyê daxuyanî da: Vê mehê dibe ku tiştên girîng çêbibin
Nuçe Belav bike

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, di dema berdewamiya civîna Lijneya Biryar û Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê de derket pêşberî kamerayan û rojeva heyî nirxand.

Omer Çelîk destnîşan kir ku pêvajoya nû bi awayekî bi baldarî tê şopandin û “bi îradeya xurt” a Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî tê birêvebirin.

"Sirri Sureyya Onder hevalê me yê hêja ye"

Çelîk behsa endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder jî kir ku li Stenbolê nexweşiyeke tê dermankirin û  got:

"Sirri Sureyya Onder hevalê me yê hêja ye. Hem hunermend e, hem siyasetmedar e. Ji ber nexweşiya wî em pir xemgîn in.

Bijîşkên me yên ku di warê xwe de pispor in, destêwerdana nexweşiya wî kir. Pêvajo bi hesasî tê birêvebirin."

"Me înkara li ser welatiyên xwe yên Kurd rakir"

Omer Çelîk got, "Me di serdema hikûmetên xwe de bi reformên demokratîk hin polîtîkayên înkar, red û asîmîlasyonê yên li ser welatiyên xwe yên Kurd rakirin.

Ev rê, di demên gelek bi rîsk û tarî de, li gel gefên terorê û gefên kuştina siyasî, di bin serokatiya Serokomarê me de hate meşandin

Bi banga dîrokî ya birêz Serokkomar û birêz Bahçelî serdemeke nû hat vekirin."

"Em pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin"

Çelîk derbarê çekdanîna PKKyê de jî wiha got:

"Dibe ku di nav vê mehê de rûdanên nû çêbibin ku ev pêvajo gihîştiye qonaxeke diyarkirî.

Ev pêvajo dema ku hin tişt digihin, tên rojeva me.

Bila Tirkiye bigihîje armanca Tirkiyeyeke bê teror. Civîna kongreya rêxistina terorê ya xwe fesihkirinê û danîna çekan dê bibe xaleke veguherînê.

Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Bi talîmata birêz Serokkomar heyeteke ku ji bo şopandina pêvajoya Tirkiyeya bêteror hatiye avakirin heye.

Heyet hema hema rojê carekê dicive û pêvajoyê ji nêzîk ve dişopîne.

Em vê yekê wekî destkeftiyeke stratejîk ji bo Tirkiyeyê û ji bo pêşîgirtina senaryoyên felaketê yên li herêmê dinirxînin.

Îradeya birêz Serokomar û birêz Bahçelî bi awayekî xurt xwedî li vê yekê derdikeve."

 

Vî nûçeyê tevayî: 88 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:22:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x