Biryar bû roja 18ê Nîsanê, şanda DEM Partî ya bo Îmraliyê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re biciviya û girêdayî proseya aştiyê li ser yasayên pêwîst, danûstandinê bikira.
Lê endamê şanda Îmraliyê Sirrî Sureyya Onder tûşî celteya dil bû û ji bo wergirtina çareseriyên bijîşkî bo nexweşxaneyê hate veguhastin. Ji ber vê yekê hevdîtin hatibû paşxistin.
Dem Partî bi armanca pêkanîna hevdîtina Wezîrê Dadê re, serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.
Dem Partî ragihand, hevdîtina bi Wezîrê Dadê re dê her du cîgirên serokê fraksiyona Dem Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîd û Sezaî Temelî pêk bînin bidin.