Kompanya Rapirsiyê ORC encamên rapirsiya xwe ya ku di navbera 7 û 10ê Cotmeha 2022ê de kiriye eşkere kir. Rapirsî li 42 parêzgehan û ligel 3 hezar û 680 kesan rasterast hatiye kirin.
Li gor amaran rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhur (AKP û MHP) sedan 36.5 e û rêjeya dengên Hevpeymaniya Millet ku berê ji CHP û IYI Partiyê pêk dihat û niha 4 partiyên din ên opozîsyonê lê zêde bûne jî derketiye sedan 43,2.
Li gor encamên rapirsiyê ferqa rêjeya dengên her du hevpeymaniyan li gor meha borî zêde bûye û vê yekê wiha kiriye ku Hevpeymaniya Millet bikeve pêşiya Hevpeymaniya Cumhur.
Di rapirsiyê de li ser pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” rêjeya dengên partiyan jî wiha ye:
AKP: sedi 30.2
CHP: sedi 24.5
IYI Partî: sedi 18.7
HDP: sedi 7.3
MHP: sedi 6.3
Partiya Pêşerojê: sedi 3.5
DEVA: sedi 2.4
Partiya Demokrat: sedi 1.5
Yên din: sedi 2.1