Li Sakaryayê qezaya wekî komkujiyê: Gelek mirî û birîndar hene

Li bajarê Sakaryayê yê Tirkiyeyê 7 wesayît li hev qelibîn û di encamê de 11 kesan canê xwe ji dest da û 57 kes jî birîndar bûn.

28.12.2023, Per - 06:57

Li Sakaryayê qezaya wekî komkujiyê: Gelek mirî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li Sakaryayê li ser Rêbeja Bakurê Marmarayê qezayeke zincîrî rû da.

Di qezayê de 7 wesayît li hev qelibîn ku di nav de 3 otobûs û barhilgirek jî hene.

Parêzgarê Sakaryayê Yaşar Karadenîz diyar kir ku di qezayê de 11 kesan canê xwe ji dest da û 57 kes jî birîndar bûn.

Yaşar Karadenîz da zanîn ku tîmên tendursitiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên derdorê û xebatên aliyên pêwendîdar li cihê bûyerê berdewam dikin.

Bi gotina Karadenîz, piraniya qurbaniyan ew kes bûn ku di qezayê yekem de ji wesayîtên xwe derketine û otobûsa sêyemîn li wan qelibiye.

Ji ber qezayê rêya diçe Stenbolê hat girtin.

Sê dozger çûn cihê bûyerê û lêkolînan dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 266 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:14:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x