Li Stenbolê çend milyon Kurd dijîn?

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên nifûsa Stenbolê eşkere kirin.

10.02.2024, Cts - 17:36

Li Stenbolê çend milyon Kurd dijîn?
Nuçe Belav bike

Li gorî TUIKê, nifûsa Stenbolê 15 milyon û 655 hezar û 924 kes in.

TUIKê da zanîn ku ji 15 milyon û 655 hezar û 924 kesan tenê 2 milyon û 152 hezar û 878 kes niştecihên resen ên Stenbolê ne.

Herwiha zêdetirî 5 milyon xelkê Bakurê Kurdistanê li Stenbolê dijî.

Rûdawê li ser hejmara welatiyên 24 parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên ku li Stenbolê dijîn, analîzeke berfireh kir û li gorî daneyên berfireh ên TUIKê, hejmara dengderên her du zayendan diyar kir.

Ev hejmar îspat dike ku AK Partî û partiya herî mezin a Mixalefeta Tirkiyeyê CHP di hemû hilbijartinan de pêwîstî bi dengdêrên Kurd heye.

Nifûsa Stenbolê

Li gorî TUIKê, nifûsa xelkê resen a Stenbolê tenê 2 milyon û 152 hezar û 878 kes e lê nifûsa Stenbolê 15 milyon û 655 hezar û 924 kes in ku ji sedî 18.34ê nifûsa giştî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.

Bi vî awayî hejmara welatiyên Stenbolê ku ne ji stenbolê ne û lê dijîn 12 milyon û 904 kes in.

Hevwelatiyên li Stenbolê

Li gorî daneyên TUIKê, Rûdawê hejmara welatiyê 24 parêzgehên Bakurê Kurdistanê berhev kir.

Hejmara welatiyên Bakurê Kurdistanê yên li Stenbolê dijîn bi giştî 5 milyon û 190 hezar û 217 e ku ji sedî 33,15ê nifûsa Stenbolê ye, ango ji sê kesan yek ji Bakurê Kurdistanê ye.

Hejmara herî zêde ya mirovên li bajêr dijîn bi 754 hezar û 327 kesan ji Sewasê ne.

Li gorî vê yekê hejmara xelkê Sêwazê ya ku li Stenbolê dijî ji ya ku li Sêwazê dijî zêdetir e.

Nifûsa Sêwazê niha 650 hezar û 401 kes in.

Di nav xelkê bajarên Bakurê Kurdistanê de hejmara herî kêm a li Stenbolê dijîn jî yên parêzgeha Colmergê ne ku hejmara wan 18 hezar û 896 kes e.

Hejmara xelkê Bakurê Kurdistanê ya li Stenbolê

Sêwas: 754 hezar û 327 kes

Erzirom: 450 hezar û 286 kes

Meletî: 419 hezar û 224 kes

Qers: 306 hezar û 869 kes

Erzîngan: 300 hezar û 404 kes

Mêrdîn: 263 hezar û 995 kes

Wan: 263 hezar û 921 kes

Erdexan: 259 hezar û 472 kes

Sêrt: 258 hezar û 4 kes

Bedlîs: 244 hezar û 876 kes

Amed: 236 hezar û 157 kes

Agrî: 227 hezar û 688 kes

Semsûr: 216 hezar û 273 kes

Mûş: 186 hezar û 122 kes

Riha: 160 hezar û 457 kes

Xarpêt: 153 hezar û 23 kes

Çewlîg: 149 hezar û 181 kes

Êlih: 147 hezar û 427 kes

Mereş: 113 hezar û 99 kes

Îdir: 99 hezar û 171 kes

Dîlok: 94 hezar û 653 kes

Dêrsim: 82 hezar û 331 kes

Şirnex: 43 hezar û 833 kes

Colemêrg: 18 hezar û 896 kes

Hejmara dengdêrên Kurd li Stenbolê

Hejmara dengdêrên li Stenbolê ango yên 18 salî û mezintir 11 milyon û 982 hezar û 494 kes in ango ji sedî 76,53yê nifûsê ye.

Hejmara dengdêrên Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 954 hezar û 233 kes in e ku ji sedî 33.0ê tevahiya dengdêrên bajêr pêk tine.

Dengdêrên jin û mêr

Ji 11 milyon û 982 hezar û 494 dengdêrên Stenbolê (ji sedî 49,55) jê 5 milyon û 938 hezar û 309 kes mêr in.

Herwiha 6 milyon û 44 hezar û 185 (ji sedî 50,45) jin in.

Dengdêrên Bakurê Kurdistanê yên ku li Stenbolê dijîn; Ji 3 milyon û 954 hezar û 233 kesan milyonek û 971 hezar û 111 kes mêr û milyonek û 983 hezar û 121 kes jî jin in.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:47:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x