Li Tirkiyê 330 akademîsyen û bi giştî 4464 fermanber ji kar hatin derxistin

Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de bi biryarnameya hukmî ya reqema 686an Profeserokê Destûra Bingehîn ku li Zanîngeha Marmarayê ders dide İbrahim Kaboglu jî ji wezîfeyê îxraç kirin. Herwiha Kaboglu Serokatiya Beşa Zanistî ya Hiqûqa Destûra Bingehîn jî dimeşand.

08.02.2017, Çar - 09:23

 Li Tirkiyê 330 akademîsyen û bi giştî 4464 fermanber ji kar hatin derxistin
Nuçe Belav bike

Di nava 330 akademîsyenên ku di biryarnameya hukmî ya dawî de ji hatin îxraçkirin Profesorê Destûra Bingehîn ku li Zanîngeha Marmarayê ders dide İbrahim Kaboglu jî heye.

Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de bi biryarnameya hukmî ya reqema 686an Profeserokê Destûra Bingehîn ku li Zanîngeha Marmarayê ders dide İbrahim Kaboglu jî ji wezîfeyê îxraç kirin. Herwiha Kaboglu Serokatiya Beşa Zanistî ya Hiqûqa Destûra Bingehîn jî dimeşand.

Bi biryarnameya hukmî ya berê ji Fakulteya Zanîngeha Enqereyê 4 akademîsyen ji kar hatibûn îxraçkirin, lê bi biryarnameya dawî ji heman zanîngehê 11 akademîsyen hatin îxraçkirin.

Di nava akademîsyenên ku hatine îxraçkirinê de Nur Betul Çelik, Mine Gencel Bek, Funda Başaran Ozdemir, Funda Şenol Cantek û Ulku Doganay jî cih digire.

Ji aliyê din ve ji Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê jî Ahmet Haşim Kose, Murat Sevinç, Pinar Ecevitoglu û Gokçen Alpkaya jî cih digire. Di biryarnameya dawî de ji 4 hezar û 464 kesan 330 jê li Saziya Perwerde ya Bilind wezîfe dikirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1390 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:48:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x