Li Tirkiyeyê rojê 5 kes bûne qurbanî

Li Tirkiyeyêdi sala 2016an de li seranserê welat hezar û 948 kes hatin kuştin. Di sedema kuştinan de di rêza yekemîn de bûyerên pere û namûsê cih girtin.

27.02.2017, Pts - 05:03

Li Tirkiyeyê rojê 5 kes bûne qurbanî
Nuçe Belav bike

Li Tirkiyeyêdi sala 2016an de li seranserê welat hezar û 948 kes hatin kuştin. Di sedema kuştinan de di rêza yekemîn de bûyerên pere û namûsê cih girtin.

Li gorî doneyên Midûriyeta Giştî ya Ewlehî û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan li Tirkiyeyê li seranserê welat hezar û 948 kes bûne qurbana cinayetan. Herwiha di kuştinan de danûstan û bûyerên namûsê di rêza yekemîn de cih girtin.

Li gorî nûçeya Fevzi Kizilkoyunê rojnameya Hurriyetê, ji van kuştinan ji sedî 93 hatin ronîkirin û ji sedî 7 fail nediyar man. Li gorî van îstatîstîkan sala borî di herêmên berpirsyar ê polês 3u cendirmeyan de her roj 5 kes bûne qurbanî.

LI BAJARÊ MEZIN ZÊDETIR E

Dema ku mirov reqeman li ber çav digire li bajarên mezin ku koçê werdigire bûyerên kuştînî zêde bûn û li gorî bajarên mezin li navçe û bajarokan kêmtir bû. Di bûyerên kuştînî de Stenbol di rêza yekemîn Edene, Enqere û Îzmîr jî ew şopandin.

Di sedemên kuştînî de di rêza yekemîn de bûyerên danûstandin, xesb û di rêza duyemîn de jî bûyerên destdirêjî cih girtin.

sputnık
Vî nûçeyê tevayî: 1005 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:04:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x