Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Kurdan, ji sedî 67,4ê Kurdên Bakurê Kurdistanê bi awayekî bihêz li nasnameya xwe xwedî derdikevin.
Navenda Lêkolînên Kurdan bi sernavê "Pirsgirêka Kurd û Bîrbiriya li Ser Kurdan" raporeke taybet amade kir.
Rapora nû ya Navenda Lêkolînên Kurdan destnîşan kir ku nîvê Kurdan xwe di asteke bilind de “Kurd” dibînin.
Rapor bi hevkariya Enstîtuya Lêkolînê ya CORE, Rawest Research, The European Endowment for Democracy (Weqfa Demokrasiyê ya Ewropayê) û Weqfa Heinrich Bollê hatiye amadekirin.
Rapor ji çar lêkolînên cuda hatiye berhevkirin.
Lêkolîn bi sernavên "Nasname, Hest û Pratîkên Cudakariyê, Zimanê Zikmakî, Pirsgirêkên Kurd û Daxwaz, Pirsgirêka Kurd û 100 Salên Komarê, Nirxandinên Pêşengên Civakê, Kurd û Çanda Popûuer, Bîrbiriya Tirkan a li Ser Kurdan, Pirsgirêka Kurdan û Pêvajoya Çareseriyê, Daxwazên Kurdan, Nêzîkatiyên Wan û Daneyên Lêkolînê Çi Dibêjin?" hat parvekirin.
Nasname
Di beşa lêkolînê ya bi sernavê “Nasnameyê” de tê gotin ku “Kurd xwe wekî oldarên Misilman û azadîxwaz pênase dikin. Bi vê re nasnameyeke azadîxwaz û oldar derdikeve pêş.”
Nasnameya Kurd êdî li Tirkiyeyê bi dengekî bilind û zelal tê îfadekirin û hilgirtin.
Zêdetirî Kurdan ango ji sedî 53yê wan xwe “di asteke bilind de Kurd” dibînin.
Ji sedî 14ê wan xwe “di asteke kêm de Kurd” dibînin û ji sedî 13ê wan jî “serbilindiya bi Kurdbûnê” qebûl nakin.
Ev meyl li gorî temen, zayend, perwerdehî û li gorî asta dahatê naguhere.
Li gorî endeksa xwedîderketina li nasnameya Kurdî, serbilindiya bi Kurdbûnê, asta Kurdbûna û helwêstên li hemberî perwerdeya bi zimanê zikmakî pêk tê, ji sedî 67,4ê Kurdan bi awayekî bihêz xwedî li nasnameya xwe derdikevin.
Hest û Pratîkên Cudakariyê
Li gorî lêkolînê, ji sedî 60ê Kurdan difikirin ku ew ji ber nasnameya xwe ya Kurdî rûbirûyî cudakariyê dibin.
Nîvê kesên ku dibêjin em rûbirûyî cudakariyê tên xwe aîdê Tirkiyeyê nabînin.
Her ku nasnameya Kurdî bi hêz dibe ev rêje jî zêde dibe.
Li gorî vê, ji sedî 29ê Kurdên nasnameya wan lawaz e û ji sedî 74ê Kurdên nasnameya wan bihêz e dibêjin ew rûbirûyî cudakariyê dibin.
Ji beşdaran hat pirsîn:
“Hûn ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûnê rûbirûyî cudakariyê tên?”
Ji sedan 54ê Kurdan got “Erê” û ji sedan 42yê wan jî got “Na”.
Li aliyê din, ji çaran yekê Kurdan difikirin ku “Nêzîkbûna dewletê ya bi Tirkan û Kurdan re wekî hev e.”
Bîrbiriya Tirkan a li Ser Kurdan
Li gorî beşa lêkolînê ya bi sernavê "Bîrbiriya Tirkan a li Ser Kurdan”, hinek nêzîkbûnên nû li pozîsyonên wekî "Baz û Kevok" hatine zêdekirin.
Ev kategorî û rêjeyên wan bi vî rengî tên dabeşkirin:
Şehbaz (Şahînler) : Tiştekî bi navê "Kurd" nîne (ji sedî 14)
Başok (Atmacalar): Kesên bi eslê xwe Kurd hene lê em hemû Tirk in (ji sedî 19)
Baz (Doganlar): Kurd hene, pirsgirêka Kurd çêbûye, ji ber kêmasiyên pêşveçûnê ne, îro kêm bûye (ji sedî 32)
Qumrîk (Kumrular): Pirsa Kurd heye lê di nava gelan de pirsgirêk nîne, eger siyaset têkil nebe dê çareser bibe (ji sedî 21)
Kevok (Guvercinler): Divê mafê Kurdan hebe, pirsgirêka Kurdan heye, daxwazên wan meşrû ne (ji sedî 12)
Qaqlîbaz (Martilar): Kurd hene, mexdûr in, pirsgirêka Kurdan heye, daxwazên wan meşrû ne (ji sedî 2)
Herwiha hinek Tirk jî dibêjin:
“Hene, gelekî dişibin me, dostên me yên kevin in, ewladên vê axê ne” “Rewşa wan ber bi başiyê ve çû, paş ve hatine hiştin lê niha ne wekî berê ne” “Pirsa Kurd nayê înkarkirin lê tê mezinkirin” “Çareserî pêşveçûn û perwerde ye” “Bila Kurdbûna xwe nexin nava çavên me, bila ji bîr nekin ku zarokên vî welatî ne.” Herwiha ji Tirkan hat pirsîn: “Gelo Kurd rûbirûyî cudakariyê dibin?”Li gorî wê, ji sedî 42yê Tirkan got “Erê” û ji sedan 26ê wan jî got “Cudakarî nîne.”
Li aliyê din, ji sedî 42yê Tirkan lş hemberî Kurdî xweşbîn in.