Metîner çû serdana Demîrtaş: ‘Rexneyên wî gelekî girîng bûn’

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner li Girtîgeha Edîrneyê çû serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

07.03.2025, Cum - 11:09

Metîner çû serdana Demîrtaş: ‘Rexneyên wî gelekî girîng bûn’
Nuçe Belav bike

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew duh li Girtîgeha Edîrneyê çûye serdana Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve bi hinceta “endamtiya rêxistinê” girtî ye.

Metîner di peyama xwe de diyar kir ku hevdîtina wî û Demîrtaş saet 13:00an dest pê kiriye û saet 15:00an bi dawî bûye û got:

“Em têr û tije 2 saetan axivîn. Em bi berfirehî li ser pêvajoyê axivîn.

Em li ser rabirdû, îro û siberojê axivîn.

Gotinên ku Demîrtaş derbarê pêvajoyê kirin gelekî girîng bûn.

Gotinên wî yên li ser danîna çekan a bê şert û merc jî gelekî girîng bûn.”

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner ragihand ku Demîrtaş di hevdîtinê de aciziya xwe ya ji wan gotegotên ku dibêjin, ew dê bi destpêkirina pêvajoyê were berdan aniye ziman û da zanîn:

“Gotinên wî (Demîrtaş) yên derbarê şaşiya girêdana aştiyê bi daxwaz û bendewariyên takekesî ve gelekî girîng bûn.”

"Rexneyên wî gelekî girîng bûn"

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner anî ziman:

“Rexneyên wî yên li ser nerînên ku daxwazên demokratîkbûnê wekî merc an jî pêwîstiya danîna çekan dibînin gelekî girîng bûn.

Gotinên wî yên 'em daxwaz nakin û soz didin û em soza bihevre avakirin û mezinkirina dewlet û welatê xwe didin' ji bo wan kesên ku dixwazin wê paradîgmaya nû ya ku pêvoja li ser rûniştiye fam bikin gelekî girîng bû.”

Metîner ragihand ku Demîrtaş di hevdîtinê de li şûna çekan tekezî li ser siyasetê kiriye û got:

“Bi kurtî me 2 saetan hevdîtineke gelekî bi sûd pêk anî.

Min li beramberî xwe ne kesekî bi hêrs, siyasetmedarekî wiha dît ku aştiyê li di ser her tiştî re dibîne û dibêje bi têgihiştin û aqilane avakirina sedsala Tirkiyeyê û paqijkirina wê ji çekan dê bi her kesî bide qezenckirin û dê bi aştiyê her kes qezenc bike.

Demîrtaş aktorek e ku pêwîst e di vê pêvajoyê de ji eqlê wî û tecrubeya wî sûd were wergirtin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 312 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:37:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x