Nexşeya tundûtûjiya çekdarî hat belavkirin

Li gorî rapora “Nexşeya Tundiya Çekdarî ya sala 2022an” ku ji aliyê Weqfa Umutê ve hatiye amadekirin, par 2 hezar û 278 kes di êrişên çekdarî de hatine kuştin. Li gorî vê yekê, Stenbol bû bajarê yekemîn ku bi nûçeyên êrişên çekdarî di çapemeniyê de cih girtiye. Herwiha li gor heman raporê li ser asta Bakurê Kurdistanê jî bajarên ku herî zêde bûyerên tundiyê rû didin Riha û Amed in.

01.02.2023, Çar - 08:20

Nexşeya tundûtûjiya çekdarî hat belavkirin
Nuçe Belav bike

Weqfa Umutê ya ku li dijî çekdarkirina takekesî dixebite, rapora xwe ya Nexşeya Tundiya Çekdarî ya sala 2022an belav kir. Li gor raporê par di 3 hezar û 984 bûyerên tundiya çekdarî yên ku di medyayê de cih girtine; 2 hezar û 278 kes hatine kuştin û 4 hezar û 231 kes jî birîndar bûne.

Di raporê de tê gotin: “Di 616 bûyerên tundiya çekdarî de (ji sedî 15,46) amûrên birînê hatin bikaranîn, 3 hezar û 368 (ji sedî 84,54) bûyerên kuştinê jî bi çekan hatine encamdan. Di 2 hezar û 528 bûyeran de demançe hatin bikaranîn ku 143 jê çekên leşkerî (çekên resmî yên leşker û polîsan bi kar anîne) û di 840 bûyeran de jî çekên curbecur ku kalaşnîkov jî di nav de ye hatine bikaranîn.”

Herî zêde bûyerên tundiyê li Stenbolê qewimîne

Li gorî parêzgehan, Stenbol bi 519 bûyeran di sala 2022an de bajarê ku herî zêde bûyerên tundiyê lê qewimî ye û piştre Edene, Samsun, Riha, Sakarya û Kocaelî tên.

Li Stenbolê di bûyerên tundiyê de 296 kes hatine kuştin û 601 kes jî birîndar bûn. Li Edeneyê di 243 bûyeran de 123 kes hatine kuştin û 259 kes jî birîndar bûne.

Li Bakurê Kurdistanê Riha di rêza yekemîn de ye

Li Bakurê Kurdistanê sala 2022yan di 812 bûyerên çekdarî de 510 kes hatine kuştin û hezar û 89 kes jî birîndar bûne

Riha, Amed û Dîlok sê parêzgeh in ku li Bakurê Kurdistanê herî zêde tundiya çekdarî lê hat kirin.

Di sala 2022 de; bajarê Rihayê bi 187 bûyeran ku tede 100 kes hatine kuştin û 256 kes birîndaran bûne li ser asta Bakurê Kurdistanê di rêza yekemîn de ye. Li Amedê 102 bûyer qewimîn û 53 kes hatine kuştin û 152 kes jî birîndar bûne. Dîlok bajarê ku herî zêde bûyer lê qewimîn di rêza sêyemîn de ye, 75 kes hatine kuştin û 86 kes jî birîndar bûne.

Li pey van parêzgehan bi rêzê; Êlih bi 41 kuştî, 108 birîndar û 48 bûyer, Mêrdîn bi 32 kuştî, 62 birîndar û 40 bûyer, Semsûr bi 12 kuştî, 42 birîndar û 35 bûyer, Kilîs bi 21 kuştî, 48 birîndar û 27 bûyer, Şirnex bi 22 kuştî, 20 birîndar û 21 bûyer û Sêrtê bi 12 kuştî û 24 birîndar û 20 bûyeran tên.

Li parêzgehên wekî Meletî, Xarpêt, Qers û Erzeromê zêdebûna bûyeran balê dikişîne.

Li ser Nexşeya Tundiya Çekdarî ya sala 2022an ku bajarên herî aram ên herêmê jî bi xwîn in.

Rêjeya kuştî, birîndar û bûyeran wiha ne: Li Meletiyê 30 kuştî, 95 birîndar û 88 bûyer,li Xartpêtê 19 kuştî û 65 birîndar û 50 bûyer, li Erziromê 21 kuştî, 24 birîndar û 28 bûyer, li Wanê 13 kuştî, 23 kes û 13 bûyer, li Erzinganê 8 kuştî, 9 birîndar û 12 bûyer. Li Qersê 8 kuştî û bûyer, li Erdexanê 7 kuştî, 6 birîndar û 9 bûyer, li Îdirê 6 kuştî, 24 birîndar û 9 bûyer, li Agiriyê 6 kuştî, 18 birîndar û 9 bûyer, li Colemêrgê 12 kuştî, 9 birîndar û 8 bûyer, li Bedlîsê 6 kuştî, 5 birîndar û 4 bûyer, li Çewlikê 3 kuştî û 3 bûyer, li Dêrsimê 2 kuştî 1 birîndar û 1 bûyer, li Mûşê 1 kuştî û 1 bûyer çêbûye.

Banga weqfê

Di beşa encamnameyê ya raporê de ev bang hat kirin: “Wek Weqfa Umutê; Em ji çekkirina takekesî re dibêjin na û balê dikişînin ser girîngî û mafên mirovan ku li mal, kar, dibistan, kolan, şahî, bi kurtî li her derê bi aramî bijîn. Em dixwazin pêşî li tundiya çekdarî bê girtin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:11:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x