Ocalan dixwaze têkeve dewrê

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de ragihand ku hikûmeta Tirkiyeyê derbarê PKK û YPGê de wê dosyayekê pêşkêşî Serokê Amerîka Donald Trump bike.

07.02.2017, Sal - 06:37

Ocalan dixwaze têkeve dewrê
Nuçe Belav bike

Abdulkadir Selvi di gotara xwe de got. "hikûmet derbarê PKK û YPGê de wê dosyayekê pêşkêşî Trump bike. Gelo di vê pêvajoyê de Îmralî cih digire? Ev demeke hevdîtinên navbera dewlet û Ocalan hatine rawestandin, Ocalan dixwaze têkeve dewrê."

Li gorî zanyariyan hikûmet berî hevdîtina yekemîn a bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re dosya PKK û YPGê amade kiriye.

Selvi di berdewamiya gotara xwe de got: "Ji bo ku heta niha hevdîtinek bi Serok Trump re nehatiye kirin Enqere pozîsyona xwe ya seknê didomîne. Lê ji aliyekî din ve jî ji bo tekoşîna PKKê amadehiyên xwe yên biharê dike. Armanc wekî Operasyona Mertalê Firatê ya li Sûriyeyê li Iraqê jî peydekirina hêzeke mayînde ye.

Di van pêvajoyan de gelo Ocalan cih digire? Ev demeke hevdîtinên navbera dewlet û Ocalan hatine rawestandin. Ocalan dixwaze têkeve dewrê. Lê pêvajo ne mûsaid e. Niha ne diyalog konsepta şer sepan e. Ji bo vê Ocalan di vê pêvajoyê de ne hevkêş e. Têkiliyên PKKê yên li Iraq û Sûriyeyê bi Amerîka û hêzên navneteweyî re Ocalan jî derbas dike.

Piştgiriya Amerîka ya ji bo YPGê hevsengî serobino kirin. Di meha nîsan û adarê de dibe pêşveçûnên nû biqewimin. Bandora herî zêde jî ku li pêvajoyê bike têkilîdanîna bi rêvebiriya Trump re ye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1707 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:10:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x