Optimarê rêjeya dengên Erdogan û Kiliçdaroglu di gera duyem de aşkere kir

Li gor rapirsiya Kompaniya Lêkolînê ya Optimarê di gera duyemîn a hilbijartina 28ê Gulanê de dengên berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan seddi 53 derbas dike û bi ferqeke zêde biserdikeve.

19.05.2023, Cum - 13:43

Optimarê rêjeya dengên Erdogan û Kiliçdaroglu di gera duyem de aşkere kir
Nuçe Belav bike

Serokê Kompanya Lêkolînê ya Optimarê Hilmi Daşdemir li ser gera duyemîn ya hilbijartina serokkomariya Tirkiyê ku dê 28ê Gulanê bê kirin de axivî û got: “Opozîsyonê pêvajo baş fam nekir”

Hilmi Daşdemir diyar kir ku di hilbijartinên 28ê Gulanê de rêjeya dengên Erdogan dê seddi 53 derbas bike û bi ferqeke zêde dê biserkeve. Daşdemir dibêje: “Ez civaka Tirk baş dinasim. Opozîsyonê pêvajo baş fam nekir. Erdogan di parlamentoyê de jî biserket. Kiliçdaroglu bendewariyeke zêde çêkir. Mijarên wek Elewî tiyê bikaranîn. Davutoglu jî got ez Sunî me. Hemû kesan digot dê Kiliçdaroglu biserkeve lê wiha nebû. Pratîkên Davutoglu nehatin lêpirsîn. Ez nafikirim alîkariyeke partiyên biçûk çêbûye. Ji hezarî 1 dengên wan nîne lê çûn parlamentoyê. Li ser CHPê 38 parlamenter xistin parlamentoyê.”

Daşdemir amaje bi wê yekê daye ku dema AK Partî nû hat damezrandin %34 deng bidestxistibû û îro sedi 1 zêde kiriye û gehiştiye %35 lê Kiliçdaroglu di ti hilbijartinekê de biserneketiye.

Roja Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li Tirkiyê hatin lidarxistin.

Li gor encaman, Bebrijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu sedi 44.89 dengan û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî seddi 49.50 dengan bi dest xistine, herwiha Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî sedi 5.17 dengan bidestxist.

Lê ji ber ti yek ji berbijêrên sereke, Kiliçdaroglu û Erdogan nekarîn rêjeya 50+1 misoger bikin, hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû.

Gera duyem a hilbiajrtina serokkomariya Tirkiyê dê di 28ê Gulanê de (9 rojên din) bê lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 475 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:09:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x