Ozgur Ozel li ser Komkujiya Roboskê daxuyaniyek da

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li ser Komkujiya Robozikê got, “Derbarê komkujiyê de lêpirsîneke bi bandor nehat meşandin.”

29.12.2023, Cum - 05:49

Ozgur Ozel li ser Komkujiya Roboskê daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

Li gundên Bêcih û Robozikê yên navçeya Qilabanê şeva 28ê Kanûna Pêşîna 2011ê balafirên şer ên Tirkiyeyê welatiyên sivîl ên Kurd ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikirin bombebaran kirin.

Dema 34 welatiyên sivîl ku ji wan 19 zarok bûn ji aliyê Başûrê Kurdistanê vedigeran li ser sînor ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê ve hatin kuştin.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, di salvegera Komkujiya Robozikê de li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyanî da.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel di daxuyaniya xwe de got:

“Ez 34 sivîlên ku li Qilebanê di encama bombebaranê de hatin qetilkirin bi bîr tînim.

Derbarê qetlîamê de lêpirsîneke bi bandor nehat meşandin.

Heta ku hemû berpirsyar neyên darizandin û heqîqet dernekeve holê em dê nedin jibîrkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:23:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x