Parêzerên Ocalan dixwazin wî bibînin

Şandeke parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi armanca hevdîtina ligel wî xwe amade dikin serî li Dozgerê Giştî yê Komarê ya Gemlîkê bidin.

10.03.2017, Cum - 08:28

Parêzerên Ocalan dixwazin wî bibînin
Nuçe Belav bike

Şandeke parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi armanca hevdîtina ligel wî xwe amade dikin serî li Dozgerê Giştî yê Komarê ya Gemlîkê bidin.

Biryar e îro şandeke parêzerên Ocalan serdana dadgeha navçeya Gemlîkê ya bajarê Bûrsayê bidin da ku destûra çûna zindana grava Îmraliyê werbigrin.

Medyayên nêzîkî PKKê jî ew nûçeya serdana parêzeran a ji bo Îmraliyê piştrast kirin û ragihandin ku vê gavê ne diyar e ka destûrê bidin hiştin ku parêzer serdana Ocalan bikin yan na.

Her weke ku tê zanîn, ji 27 Tîrmeha sala 2011ê ve bi hecetên weke keştî xirab e yan jî rewşa keşûhewa ne baş e, nehatiye hiştin ku parêzerên Ocalan biçin grava Îmraliyê û hevdîtinê li gel wî bikin.

Piştî hewla darbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016ê, di cejna Qurbanê de tenê birayê wî Mihemed Ocalan çûye serdana birayê xwe daku ji rewşa wî ya tendirûstiyê piştrast bike.

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji 15ê Sibata sala 1999an were li grava Îmraliyê hatiye zindanîkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1179 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:09:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x