Peyva 'Kurdistan' di meclîsa Tirk de bû sebebê nîqaşê

Di Meclîsa Mezin ya Tirk de, di dema hevdîtinên Destûra Bihgehîn de Parlementerên HDPyî navê "Kurdistan" anîn ziman, li ser vê yekê Parlementerên AKP û MHPê bi awakî tund bertek nîşan dan û îdîa kirin cihek bi navê "Kurdistan" tuneye.

15.01.2017, Paz - 19:10

Peyva 'Kurdistan' di meclîsa Tirk de bû sebebê nîqaşê
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya DÎHABERê Parlementera HDPê Sîbel Yiğitalp dema pêşniyara pirsê ya azadiya ragihandinê ragihandiye meclîsê, di navbera parlementerên HDP, MHP û AKPê de krîzek derheqê peyva "Kurdistanê" de derketiye. Yiğitalp di peyvên xwe de gotiye:"Li 'Kurdistanê' pirsa kurd heye, riya vê jî çareseriya siyasî ye.Lê di gel ku parlementer vê pirsê çareser bikin, diçin bi destûra bingehîn riyên xweparastinê digerin."

Parlementerê AKPê Mehmet Mûş li ser axaftina Yiğitalp heqê bersivê girt û got:"Parlementerên HDPê her bahsa cihek ku nîn e dikin. Cihek binavê "Kurdistan" nîn e. Ma Kurdistan kuder e? Em çima nizanin bê ev der kuder e?"

Parlementerê MHPê yê Osmaniyeyê Ruhî Ersoy jî ji bo peyva "Kurdistanê" parlementerên HDPyî şermezar kir û got:"Cihê ku ez naxwazim navê vê peyvê jî bînim ziman. Wek ku di nav welatê me de cihek dî heye û em pê nizanin." Yiğitalp beyanên Serokomarê Tirk bibîr anî û got: "Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdoganî jî gelek caran peyva "Kurdistanê" aniye ziman û wî bixwe jî gotiye ku ev peyv rastiyek ya dîrokî ye û em nikarin vê înkar bikin."

Serokêwekîlê Meclîsê Ahmet Aydin peyvên Erdoğanî xwend û got:"Qetîyen Serokomar peyva "Kurdistan" bilêv nekiriye û vê erê nekiriye. Wî tenê dîrokê bibîr aniye û niha jî peyva "Kurdistan" qebûl nake."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:46:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x