Piştî hilbijartinê daxuyaniya Erdogan a li ser Qamişlo û Demîrtaş

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di axavtina xwe ya piştî hilbijartinê diyar kir ku di bin desthilatdariya wan de Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş nikare ji girtîgehê derkeve û her wiha behsa petrola Qamişlo jî kir û got, “Qamişlo jî yek ji wan e. Bi hêzên hevpeymaniyê re hevpar birêve birin.”

29.05.2023, Pts - 08:12

Piştî hilbijartinê daxuyaniya Erdogan a li ser Qamişlo û Demîrtaş
Nuçe Belav bike

Berbijêrê serokomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan li gor encamên gera duyem a hilbijartina serokomariyê wek Serokkomarê nû yê Tirkiyê hat hilbijartin. Recep Tayyîp Erdogan ji mala xwe ya li Kisikli ya Stenbolê bi diyarbûna encaman re çû Enqerê. Erdogan li Enqerê Koşka Serokomariyê bangî bi hezaran kesên ji bo pîrozkirina serkeftina wî hatibûn, kir.

Erdogan di destpêka axaftina xwe da got, “Îro ti kes têk neçû, 85 milyonî bi tevahî qezenc kir. Êdî ji bo armancên me yên neteweyî, ji bo xeyalên me yên neteweyî dem dema yekitî ye. Li gor ku hilbijartin bi dawî bûn, êdî em ê hemû dema xwe û enerjiya xwe bi temamî ji bo çêkirina berheman, kirina xizmetan veqetînin.”

Erdogan di axavtina xwe de behsa Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş jî kir û got, “Digot heger hûn dixwazin Selo ji girtîgehê derkeve, dengê xwe bidin min. Gelê min ê hêja çi got? Ji ber ku gelê min baş dizane kesê ku li Diyarbekirê bû sedema mirina 51 birayên min ên Kurd ew terorîstê Selo ye. Li Tirkiyeyê edalet, maf û hiqûq serdest e, hûn nikarin bi kêfa xwe Selo derxin ku bûye sedema mirina 51 birayên min ên Kurd. Bi taybetî di bin desthilatdariya me de tiştekî wiha ne pêkan e.”

Petrola Şirnexê

Recep Tayyîp Erdogan li ser dîtin û derxistina petrolê li Şirnexê got, “Niha petrol li Gabarê derketiye. Ew razandinê derneket. Bi xebatê derket. Ji ber terorîstên ku bi Bay Kemal re di nava peywendiyekê de bûn, me nikarîbû petrolê derxînin. Lê niha me derxist.”

Erdogan di axavtina xwe de got, “Em dê li başûr gefên ewlehî û têkoşîna li dijî terorê zêde bikin. Em ê kanalên siyasî û dîplomatîk bi bandortir bimeşînin. Bi kurtasî em ê bi xebatên piralî wan ji sînorên xwe dûr bixin. Şîrikên Bay Bay Kemal çi digotin? Em dê li başûr bi rêxistinên terorê re bin. Ne tenê ev, ji bo parvekirina çavkaniyên petrolê yên li wir bi van terorîstan re gav avêtin.”

Erdogan her wiha behsa Rojavayê Kurdistanê jî kir û got, “Qamişlo jî yek ji wan e. Bi hêzên hevpeymaniyê re hevpar birêve birin.”

Erdogan diyar kir ku di rojeva wan da dê di destpêkê de erdheja 6ê Sibatê hebe û anî ziman, “Em ê beriya her tiştî pêşiyê birînên erdhejên 6ê Sibatê ku karesata sedsalê ye, bipêçin û bajarên xwe yên wêran bûne dîsa ava bikin. Di rojên pêş me de mijara me ya sereke û bilez çareserkirina pirsgirêka bihayan e ku ji ber enflasyonê zêde bûye, telafîkirina kêmasiya aramiyê ye.”

Erdogan li ser penaberên Sûriyê yên ku li Tirkiyê ne jî got, “Me heta niha nêzî 600 hezar kes bi dildarî şandin herêmên ewle yên li ser axa Sûriyê. Bi projeyeke nîştecîkirinê ya nû ku em bi Qeterê re dimeşînin, di nava çend salan da dê milyonek kesên din jî vegerin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 249 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:28:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x