Polîsên Tirk penaberekî siyasî yê Kurd desteser kir

Siyasetmendarê ji Rojhilatê Kurdistanê Husên Mînbarî ku li bajarê Manîsayê yê Tirkiyeyê dimîne, piştî ku ji bo îmzeyê çû Daîreya Koçê xeber jê nehat wergirtin.

14.02.2024, Çar - 05:57

Polîsên Tirk penaberekî siyasî yê Kurd desteser kir
Nuçe Belav bike

Hevjîna Mînbarî ku bi wî re koçberî Tirkiyeyê bûye dibêje ew ditirse Tirkiye Mînbarî radestî Îranê bike.

Li Îranê piştî çalakiyên sala 2022yan gelek kes hatin desteserkirin.

Husên Mînbarî bi hevjîna xwe Şewger Mihemedî re derbasî bajarê Sineyê bû û ji wir jî koçberî Tirkiyeyê bûn.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, polîsan malbatê Kanûna Pêşîn a 2022yan desteser kir û li kampa penaberan a Muglayê ragirt.

Piştî 6 mehan malbata Kurd li Manîsayê bi cih bû û ji 4 hefteyê carekî diçû Daîreya Koçê û îmze diavêt.

Şewgar Mihemediyê (29) diyar kir ku hevjînê wî ji bo îmzayê ji mal derketiye û piştî wê venrgeriyaye.

Mihemediyê herwiha got ku tenê carekî hevjînê wê lê geriyaye û gotiye wî dibin kampa penaberan a Muglayê.

Mihemediyê ragihand ku demeke dirêj e agahî ji hevjînê xwe wernagirtiye û got ew ditirse wî radestî Îranê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:10:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x