Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê hat kirin

Piştî ku Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer hat girtin li şûna wî qeyûm hat tayînkirin.

31.10.2024, Per - 10:16

Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê hat kirin
Nuçe Belav bike

Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer di çarçoveya lêpirsîna “endamtiya PKKyê” de bi biryara dadgehê hat girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku Ahmet Ozer di çarçoveya xebatên tespîtkirina endam û çalakiyên PKKyê de hatiye girtin.

Ahmet Ozer piştî ku hat girtin, bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji erkê xwe yê şaredariyê jî hat dûrxistin û li şûna wî Qeyûm hat tayînkirin.

Di daxuyaniya wezaretê de tê gotin ku Ahmet Ozer ji tawanê “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar PKK/KCKyê” hatiye girtin û li gorî yasayê wekî tedbîreke demkî ji kar hatiye dûrxistin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê her wiha da zanîn ku Alîkarê Parêzgarê Stenbolê Can Aksoy wekî Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê hatiye kirin.

Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Divê were gotin ku Ahmet Ozer namzedê “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê bû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 154 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:51:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x