Rapırsî: Partiya sêyem guherî!

Her ku hilbijartinên 31ê Adarê nêzîk dibin rêjeya dengên partiyan tê meraqkirin.

23.02.2024, Cum - 10:18

Rapırsî: Partiya sêyem guherî!
Nuçe Belav bike

Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînan a HBSyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya dengên bêbiryaran ji sedî 10,9 e.

Ev rêje, rêjeya dengên 5 partiyan derbas dike û rêjeya “bêbiryar”an dikeve rêza sêyem.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an re, kompanyayên rapirsiyan yên li Tirkiyeyê bi berdewamî rapirsiyan dikin.

HBSyê jî îro encamên rapirsiya xwe ya derbarê rêjeya dengên partiyên siyasî de belav kirin.

Ew rapirsî bi 6 hezar û 100 kesî bi awayê rûbirû hatiye kirin.

Ji beşdaran hatiye pirsîn, “Eger yekşema bê hilbijartin çêbibe hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?”

Li gorî encama rapirsiyê, rêjeyên dengên partiyan wiha ne:

- AK Partî: Ji sedî 32,8

- CHP: Ji sedî 21,6

- Bê Biryar: Ji sedî 10,9

- MHP: Ji sedî 9,8

- DEM Partî: Ji sedî 8,4

- ÎYÎ Partî: Ji sedî 7,2

- Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 3,7

- Partiya Zaferê: Ji sedî 2,6

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 527 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:03:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x