Li gor rapirsiya dawî ya AREA ferqa dengên AKP û CHPê di navbera sedan 3 û 5 tê guhertin û rêjeya hilbijêrên bê biryar jî derketiye sedan 20'an.
Serokê Lêkolînên AREA Murat Karan di medya Tirkî de encamên rapirsiya 5 mehên dawî yên îsal eşkere kir û got di vê demê de rêjeya dengên HDP û ÎYÎ Partiyê nehatiye guhertin.
Li gor rapirsiyê ferqa rêjeya dengên AKP û CHPê li gor sala borî kêm bûye û daketiye heta sedan 3'an û rêjeya dengên bê biryar û kesên ku gotine em dengên xwe nadin ti partiyekê jî zêde bûye û gehiştiye sedan 20.
Herwiha li gor encamên rapirsiyê di 5 mehên dawî de rêjeya dengên partiyan wiha ye:
AKP: sedan 30-32
CHP: sedan 27-28
IYI Partî: sedan 15-16
HDP: sedan 11-14
Bêbiryar an kesên deng nadin ti partiyekê: sedan 20