Rapirsî: Kîjan partî li pêş e?

Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînê ya Metropollê, CHP yartiya yekem, AK Partî partiya duyem û DEM Partî partiya sêyem e.

24.05.2024, Cum - 12:00

Rapirsî: Kîjan partî li pêş e?
Nuçe Belav bike

Kompanyaya Lêkolînê ya Metropollê, encamên rapirsiya ku di navbera 17-24ê Nîsana 2024an de li 28 bajaran bi 2 hezar û 235 kesan re kiribû eşkere kirin.

CHP bi rêjeya ji sedî35,9 partiya yekem û AK Partî bi rêjeya ji sedî 31,1 partiya duyem û DEM Partî bi rêjeya ji sedî 8,4 partiya sêyem e.

Di rapirsiyê de ji beşdardvanan pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat kirin.

Rêjeya dengê partiyan wiha ye:

CHP: Ji sedî 35,9

AK Partî: Ji sedî 31,1

DEM Parti: Ji sedî 8,4

MHP: Ji sedî 7,9

Partiya Yeniden Refah: Ji sedî 6,1

Partiya Zafer: Ji sedî 4,2

ÎYÎ Partî: Ji sedî 2,4

TÎP: Ji sedî 0,7

Yên din: Ji sedî 3,3

 

Vî nûçeyê tevayî: 716 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:28:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x