Encamên rapirsiya Kompanya Metropollê ya meha Mijdara 2022ê hat eşkerekirin. Li gor encamên rapirsiyê rêjeya dengên AKPê piştî 6 mehan daketine û bûne sedî 29.6, yên CHPê sedî 20, HDP sedî 10.3, IYI Partî sedî 9.1, MHP sedî 6.7, partiyên din sedî 4.4 û sedî 19.1 jî gotine em “bêbiryar in”.
Piştî ku rêjeya welatiyên bêbiryar li ser partiyan li gor rêjeya dengên wan tên belavkirin, dengên partiyan wiha ne:
AKP: sedî 36.5
CHP: sedî 24.7
HDP: sedî 12.7
IYI Partî: sedî 11.2
MHP: sedî 8.2
Yên din: sedî 6.7
Rêveberê Kompanya Metropollê Ozer Sancar dibêje, du sedemên daketina rêjeya dengên AKPê û MHPê hene. Ozer Sancar got: “Yek ew e, ku bandora zêdekirina mûçeyan a di meha Temûzê de nema. Mirov dîsan di dibara jiyanê de zehmetiyan dikşînin. Amarên fermî kêm nîşan didin, lê enflasyona mehane derdora jı sedî 10-15 ye. Desthilatê mûçe jı sedî 40 zêde kirin. Lê vê yekê têre 4 mehan kir. Bandora zêdekirinê nema. Mirov ji ber debara jiyanê û bêperebûn dinalin.”
Li gor Sencar, sedema duyem jî serdana AKPê bo HDPê û piştgiriya MHPê bo serdanê bû. Sencar ragihand: “Piştî serdana HDPê û piştgiriya MHPê kesên Kemalîst ji her du partiyan dûr ketin. Ew niha bêbiryar in. Rêjeya bêbiryaran meha par sedî 12 bûn, vê mehê gihişte sedî 19an.”
Li gor rapirsiyê, sedî 41.5ê beşdarvanan serdana AKPê bo HDPê nerênî dibînin û sedî 29.8 jî erênî dibînin.