RAPIRSÎ: Nifşê Z dê dengê xwe bide kê?

Li gor rapirsiya Kompanya Lêkolînê ya ORC, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijêrên Nifşê Z zêdetir dê dengê xwe bidin CHPê û CHP bi 7.8 puanan di rêza yekemîn de ye.

30.12.2022, Cum - 05:43

RAPIRSÎ: Nifşê Z dê dengê xwe bide kê?
Nuçe Belav bike

Kompanya Lêkolînê ya ORCê rapirsiya dengdayîna Nifşê Z yê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rojên 22-27ê Kanûna 2022ê de bi beşdariya 1550 kesan kiriye.

Li gor encamên rapirsiyê, Nifşê Z yê zêdetir dengên xwe dê bidin CHPê û rêjeya bêbiryaran jî sedi15 ye. Herwiha rêjeya dengên AKPê sedi13.9 û rêjeya dengên CHPê jî sedi21.7 e ku ferq 7.8 puan in. Di rapirsiyê de Nifşê Z yê zêdetir piştgirî li Tiffaqa Millet kiriye û ferqa rêjeya dengên Tifaqa Millet û Cumhur jî wek sedi17.8 derketiye.

Li gor rapirsiyê rêjeya dengên partiyan wiha ye:

CHP: sedi 21.7

IYI Partî: sedi 17.4

AKP: sedi 13.9

MHP: sedi 7.4

HDP: sedi 5.5

Partiya Paşeroj: sedi 3.3

DEVA: sedi 3

Partiya Zafer: sedi 3.6

Bêbiryar: sedi 15.1

Partiyên din: sedi 2.1

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 662 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:09:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x