Rapirsî: Rêjeya dengên Kiliçdaroglu ji yê Erdogan zêdetir e

Li gor rapirsiya TAGê sedî 51.8ê beşdaran dixwazin berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu wek serokkomarê Tirkiyê bibînin û rêjeya dengên Erdogan jî sedî 42.6 e.

01.04.2023, Cts - 08:22

Rapirsî: Rêjeya dengên Kiliçdaroglu ji yê Erdogan zêdetir e
Nuçe Belav bike

Lêkolîna TAGê encamên rapirsiya xwe ya dawî piştî ku 4 berbijêrên serokkomariya Tirkiyê hatin diyarkirin eşkere kir. Rapirsî di navbera 24 û 30ê Adara 2023an de ligel 1700 beşdaran hatiye kirin.

Li gor rapirsiyê rêjeya dengên berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu sedî 51.8, rêjeya dengên berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan sedî 42.6 e.

Herwiha rêjeya dengên Muharrem Ince sedî 3.2 ye ku Ince gotibû rêjeya dengên wî sedî 16 e û rêjeya dengêndên Sînan Ogan jî sedî 2.5 e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 330 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:01:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x