Recep Tayyîp Erdogan û Nêçîrvan Barzanî dicivin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqerê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

14.02.2023, Sal - 18:29

Recep Tayyîp Erdogan û Nêçîrvan Barzanî dicivin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana xwe ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û civîna bi Serokkomarê Tirkiyê re de got “Ji bo derbirîna hevxem û dilsoziya xwe û xelkê Herêma Kurdistanê, min serdana Tirkiyê kir û Min serdana mexdûrên erdheja 6ê vê mehê kir.”

Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di çendîn hevdîtinan de li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û qurbaniyên wê karesatê, min hevxemiya xwe ji gelê Tirkiyê re ragihand û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina alîkariyên zêdetir bo qurbaniyên wê karesatê dupat kir.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Min pîrozbahî li dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tîmên hawarçûnê kir ku di destpêka karesatê de çûne navçeyên wêranbûyî ji bo rizgarkirina qurbaniyan.”

Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 14ê Sibata 2023 serdana çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û wan herêmên erdhejê bike ku di encama erdheja 6ê Sibatê de, zirareke mezin a canî û maddî gihîştiye wan deran.

Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana xwe ya Dîlokê de got \"Amadebûna me ji bo ku em xem û wefadariya xwe ya bi gelê Tirkiyê re bînin ziman; Li navê Serok Barzanî û gelê Kurdistanê em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên erdhejê re dixwazin.\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:41:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x