Reîsî diçe Tirkiyeyê: PJAK û deriyên sînorî tên gotûbêjkirin

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di çarçoveya Civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Îran-Tirkiyeyê de sibe diçe Enqereyê.

03.01.2024, Çar - 08:12

Reîsî diçe Tirkiyeyê: PJAK û deriyên sînorî tên gotûbêjkirin
Nuçe Belav bike

Biryar e Reîsî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re jî bicive.

8emîn Civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Îran-Tirkiyeyê sibe li Enqereyê tê lidarxistin.

Biryar e Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî di civînê de amade be.

Li gorî bernameya Reîsî, ew dê bi Erdogan re bi awayekî rûbirû bicive.

Rojeva sereke ya civînê pêwendiyên aborî yên di navbera Enqere û Tehranê de ne.

Li gorî zanyariyên ku medyaya Tirkiyeyê ji berpirsekî bilind ê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê wergirtine, dê pêşhatên dawî yên li Xeze, Îraq, Sûriye, Efxanistan û Başûrê Qefqasê jî di civînê de bên gotûbêjkirin.

10 peyman tên îmzekirin

Di çarçoveya serdana Reîsî de tê plankirin ku Tirkiye li gel Îranê 10 peymanên di warên çand, mijarên navxwe, veguhastin, zanist, bazirganî û aboriyê de îmze bike.

Şanda li gel Serokkomarê Îranê ji wezîrên karên navxwe, parastin, bajarvanî û rê, bazirganî, petrol, enerjî û elektrîkê pêk tê.

Li gorî zanyariyan, Erdogan û Reîsî dê di civînê de mijara sînoran û pirsên ewlehiyê yên “ji ber PKK û PJAKê” jî gotûbêj bikin.

Armanc 30 milyar dolar e

Derbarê pêwendiyên aborî yên di navbera her du welatan de berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê got:

“Sala 2012an asta bazirganiyê ya di navbera Îran û Tirkiyeyê de gihiştibû 22 milyar dolaran lê ji ber dorpêçên aborî û koronayê kêm bûye.

Niha asta bazirganiyê derdora 6 milyar dolaran e. Armanc 30 milyar dolar e.”

Sala borî 2,3 milyon geştyar ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê û çûne Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Herwiha ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî 357 hezar geştyaran Îran û Rojhilatê Kurdistanê ziyaret kiriye.

Tê pêşbînîkirin ku di civînê de li ser asankariyên derbarê geştyariyê jî gotûbêj bên kirin.

Di civînê de yek ji mijarên sereke li ser deriyên sînorî yên di navbera her du welatan de ne.

Ji bo vekirina du deriyên sînorî kar tên kirin

Wî berpirsî herwiha da zanîn ku Îran û Tirkiye ji bo vekirina 2 deriyên din ên sînorî kar dikin û got:

“Bi pesendkirina aliyê Îranê ev deriyên sînorî dê li parêzgeha Wanê bên vekirin.”

Civînên Konseya Hevkariya Asta Bilind a Îran-Tirkiyeyê

Civînên Konseya Hevkariya Asta Bilind a Îran-Tirkiyeyê ji sala 2014an ve di navbera herdû welatan de tên kirin.

Civîna herî dawî 18ê Tîrmeha 2022yan bi beşdariya Serokkomarê Tirkiyeyê li Tehrana hatibû kirin.

Ji wê demê ve dihat pêşbînîkirin ku Reîsî biçe Tirkiyê lê ew serdan pêk nedihat û berdewam dihat bipaşxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:17:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x