Îro balyoz û konsolxaneyên Îran û Amerîkayê girtî ne

Piştî êrişa Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov ku li pêşangehekê rastî suîqestekê hat, Balyozxaneya Îranê ya li Enqereyê ragihand ku îro wê balyoz û konsolxaneyên li Stenbol, Erzirom û Trabzonê girtî bin.

20.12.2016, Sal - 06:52

Îro balyoz û konsolxaneyên Îran û Amerîkayê girtî ne
Nuçe Belav bike

Piştî êrişa Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov ku li pêşangehekê rastî suîqestekê hat, Balyozxaneya Îranê ya li Enqereyê ragihand ku îro wê balyoz û konsolxaneyên li Stenbol, Erzirom û Trabzonê girtî bin. Herwiha Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqere û konsolxaneyên li Stenbol û Edeneyê jî wê girtî bin.

Balyozxaneya Îranê ya li Enqereyê di daxuyaniya xwe ya malpera înternetê de got: " Hemû balyoz û konsolxaneyên me yên li Stenbol, Trabzon û li Erziromê îro (20ê Berfenbarê) dê girtî bin. Em bangî hemû îraniyan dikin ku xwe ji serdana van dûr bixin."

Ji aliyê din ve Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê di hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê de ragihand ku wê balyoz û konsolxaneyên li Enqere, Stenbol û Edeneyê dê îro girtî bin û ji bo karên vîzeyê dê ji nû ve randevu werin serastkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1768 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:34:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x