Rojnameya Hûriyetê ya Tirkiyeyî di wî warî de zanyarên nû li ser qonaxa piştî banga Ocalan eşkere kirin û got, “PKK di meha Nîsanê de kongireya xwe li dar dixe û çekan dadine.”
PKKê bersiva banga Ocalan da û ragehand ku, ew kongireyê li dar dixin û agirbestê radigehînin. Niha yên ku ew pirose ji bo wan giring e dipirsin ka gelo kengî kongire tê lidarxistin û Kurd digehin aştiyê.
Rojnameya Hûriyetê ya Tirkiyeyî zanyarên nû li ser qonaxa piştî banga Ocalan ragehandin û gotiye, “PKK daxwazê dike ku Ocalan bi xwe wê kongireyê bi rê ve bibe, lê ev mistehîl e û Ocalan jî gelek baş dizane ku nikare kongireyê bi rê ve bibe.”
Rojnameya navbirî amaje jî daye, “Di dema borî de PKK tevî bangên Ocalan çek danenaye û bêbaweriyê ser hildaye, lê li dû zanyaran, vê carê PKK kongireya xwe dike û biryarê dide ku çekan dane û xwe hilweşîne.”
Her wê rojnameyê eşkere jî kiriye, “Pêşbînî dihat kirin ku piştî banga Ocalan, 2 heta 3 mehan çavdêriya wê piroseyê bê kirin û paşî ew kongire bê lidarxistin, lê rewş niha hatiye guhertin û ji ber ku di dema borî de ew pirose bi awayekî xwînawî hatine têkdan, lewma xişteyên karan bileztir tên kirin, ji bo ku bi zûtirîn dem encam bên bidestxistin.”
Wê rojnameyê di derheqa lidarxistina wê kongireyê de ragehand, pêşbînî tê kirin ku PKK li meha Nîsanê kongireyê lidar bixe, ku di wê kongireyê biryarê li ser danana çekan û xwehilweşandinê de dike, herwesa îradeya Ocalan ji bo wê mijarê di wê kongireyê de tê tekezkirin.
Ev di demekê de ye ku ji sala 1993ê heta sala 2015ê çend pêngav ji bo piroseya aştiyê hatine avêtin, lê wan pêngavan aştî li pey xwe neaniye, hemî hêvî li ser vê piroseya nû ya aştiyê hatine avakirin û wekî dawî derfet tê danan, ji bo ku Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vehesin û herwesa bigehin mafên xwe.