Şanda DEM Partiyê û Erdogan li ser pêvajoya nû ya aştiyê dicivin

Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re dicivin goftûgo derbarê pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikin.

10.04.2025, Per - 11:05

Şanda DEM Partiyê û Erdogan li ser pêvajoya nû ya aştiyê dicivin
Nuçe Belav bike

Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) biryar e îro demjimêr 13:30an de bi Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê  Recep Tayyip Erdogan re bicive.

Şanda DEM Partiyê a biryar e bi Erdogan re bicive, ji Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera DEM Partiyê Parvîn Buldan pêk tê.

Erdogan duh di civîna fraksiyona partiya xwe ya parlementoyê de gotibû, ew ê bi Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hevdîtinê bike. 

Erdogan got: “Mijarên me hene ku ji bo paşeroja welatê me pir girîng in, di nav de armanca ‘Tirkiyeya bêteror’. Weke Hevpeymaniya Cumhur, em ê pêvajoyê bi awayekî ku bi kêrî welatê me bê, bi baldarî bimeşînin.”

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, piştî hevdîtina bi Erdogan re, şanda DEM Partiyê dê serdana girava Îmraliyê bike û cara çaremîn bi rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan re bicive.

Medyaya Tirkiyê ragihand, tê payîn ku Ocalan di peyamekê de careke din tekezî li ser danîna çekan bike, piştî vê yekê jî PKK dê vê mehê kongreyek hilweşandinê lidar bixe.

 

Vî nûçeyê tevayî: 126 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:59:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x