Şandeke Tirkiyê ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê diçe Iraqê

Piştî biryara Dadgeha Navbeynkariyê ya Parîsê 73 roj in hinardekirina petrola Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê hatiye rawestandin.

06.06.2023, Sal - 19:32

Şandeke Tirkiyê ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê diçe Iraqê
Nuçe Belav bike

Di hevpeyvînekê de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê de, Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Neftê Heyan Ebdulxenî got ku şandeke Tirkiyê dê seredana Îraqê bike da ku li ser ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê giftûgo bike.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî got "Rawestandina hinardekirina petrolê ji herêmê û ji Kerkûkê berdewam nabe, danûstanên bi aliyê Tirkiyeyê re ji bo ji nû ve hinardekirinê hene û em ji dil hêvî dikin ku di demeke nêz de em pêşwaziya şandeyeke Tirkiyeyê bikin da ku vê pirsgirêkê çareser bikin."

Wezîrê petrolê behsa ziyanên rawestandina hinardina petrola herêma Kurdistanê bo Iraqê û kompanyayan kir û dibêje “Ew zirara ku gihiştiye van kompaniyan, gihîştiye Iraqê jî, rojane nêzîkî 500 hezar bermîlên petrolê zirar gihîştiye Iraqê”

Ev demeke dirêj e ku Iraq ji Tirkiyê daxwaz dike ku hinartina petrola Kurdistanê dest pê bike, Tirkiye jî dibêje ji ber erheja 6ê Sibatê boriya pterolê zirat dîtiye lê Wezîrê Petrola Iraqê dibêje ew bawer nake ku sedem tenê ev e.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî got "Em nafikirin ku sedem ev be. Dibe ku hin zirar hebe, lê ne di wê radeyê de ku ji nû ve dest pê bike ev qas dem dirêj bike. Di axaftinên dawî de nûçeyên baş dane me û em li bendê ne ku di demek nêzîk de hinardekirinê ji nû ve bidin destpêkirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, tê texmînkirin ziyanên 73 rojî yên rawestandina hinartina petrola Kurdistanê zêdetirî 2 milyar dolar be

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 366 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:39:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x