Şaredarê Rûbarokê: Deriyê nû dê bibe wek deriyê sînor ê Zaxoyê

Şaredarê Navçeya Rûbarok a Colemêrgê Ekrem Çetinkaya diyar kir ku bi vekirina deriyê sînorî yê Zêtê re dê rêya çûnûhatinê ya navbera Hewlêr û Colemêrgê kurt bibe û got, "Ev derî dê bibe mîna deriyê Îbrahîm Xelîl-Xabûr ê Zaxoyê."

10.05.2023, Çar - 11:42

Şaredarê Rûbarokê: Deriyê nû dê bibe wek deriyê sînor ê Zaxoyê
Nuçe Belav bike

Îro dê di merasimekê de bi awayekî fermî deriyê Zêt-Girane yê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bê vekirin.

Şaredarê Rûbarokê Ekrem Çetinkaya li ser sînor ji Rûdawê re axivî û ragihand, ew kêfxweş in ku îro Deriyê Sînor ê Zet-Girane yê Navneteweyî dikeve xizmetê û got, “Hem ji aliyê Tirkiyê û hem jî ji aliyê Kurdistanê ve amadekariyeke gelekî baş hatiye kirin. Gelê me pir kêfxweş e. Dê îro ji her du aliyan ve derî ji hatin û çûnê re bê vekirin.”

Çetinkaya diyar kir ku gelek ji xelkê Colemêrgê xizmên wan li Herêma Kurdistanê hene û diyar kir, “Nîvê eşîra me li aliyê din e. Li Hewlêr, Duhok, Diyana û Akrê xizmên me hene. Dê ev der bibe wek deriyê Zaxoyê."

Çetinkaya amaje bi çalakbûna her du deriyê sînor ên Xabûr û Serzêrê kir ku hatin û çûn li her du deriyan berdewam dike û got, bi deriyê nû dê rêya çûnûhatinê ya navbera Hewlêr û Colemêrgê kurt bibe.

Di berdewamiya axaftina xwe de Şaredarê Rûbarokê anî ziman ku xebatên asfaltkirina rêya di navbera her du aliyan de berdewam dikin û spasiya wan aliyan kir ku di vekirina deriyê sînor ê nû de ked dane.

Endamê Encûmena Şaredariya Şemzînanê Mehmet Şerîf Bay jî ji Rûdawê re axivî û got, ji bo vekirina rê ev demeke dirêj e dixebitin.

Mehmet Şerîf Bay got, “Vekirina vê rêyê dê bi kêrî hemû aliyan bê. Berê ez çûm Deriyê Sînor ê Xabûrê, em 8 saetan li ber derî man.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:17:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x