Selahattîn Demîrtaş: Eger hevdîtinên AK Partî û DEM Partiyê nebin ev kêmasî ye

Selahattîn Demîrtaş got, “Eger hevdîtinên AK Partî û DEM Partiyê nebin ev kêmasî ye.”

09.02.2024, Cum - 11:54

Selahattîn Demîrtaş: Eger hevdîtinên AK Partî û DEM Partiyê nebin ev kêmasî ye
Nuçe Belav bike

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser mijarên di rojevê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Hevjîna wî Başak Demîrtaşê ev daxuyanî bi rêya hesabê xwe yê Xê belav kir.

"Hevdîtina wan peywir û berpirsiyarî ye"

Selahattîn Demîrtaş li ser mijara hevdîtinên AK Partî û DEM Partiyê de got:

“Ez nizanim bê di navbera AK Partî û DEM Partiyê de hevdîtin hene yan na lê eger nebin ev ji bo her du partiyan jî kêmasî ye.

Divê hemû partî karibin li ser pirsgirêkên civakê bicivin û biaxivin.

Ev tiştekî gelekî rewa ye û di vê qonaxa heyî de peywir û berpirsiyarî ye.”

Demîrtaş da zanîn ku ew demên dawiyê tenê di rûniştinên ji bo Doza Kobaniyê de diaxive lê ew naçar maye vê daxuyaniyê bide.

“Ne siyaset, bazirganî tê kirin”

Demîrtaş, li ser nîqaşên di heqê namzediya Başak Demîrtaşê de got:

“Dema em bi taybetî li nîqaşên 20 rojên dawiyê binêrin, em dê bibîni ku ne siyaset tê kirin, bazirganî tê kirin.

Ji ber vê yekê jî ne hewlên DEM Partiyê yên ji bo rêya sêyem fêhm dikin ne jî namzediya Başak Demîrtaşê.

Yekser tê bîra wan ku bazareke qirêjî heye lê kes nafikire mirov dikarin ji bo aştî û demokrasiyê siyasetê bikin.”

DEM Partî û CHP

Demîtaş li ser hevdîtinên DEM Partî û CHPyê got, “Çapemeniyê behsa hinek hevdîtinên wan kir, divê zêdetir hev bibînin û zêdetir biaxivin.”

Armanca namzediya Demîrtaşê

Selahattîn Demîrtaş ragihand, “Namzediya Başak Demîrtaşê ji bo nehiştina dijminatî û avakirina atmosfereke aştiyane bû” û berdewam kir:

“Em ne ji bo kursiyan lê ji bo demokrasî, dad û aştiyê siyasetê dikin û pêdiviya gel bi wan heye.

Namzediya Başak Demîrtaşê ji bo sistkirina kulmên şidandî silavlihevkirinê bû.

Kesên ku qîmeta vê nizanin dema kulmek li wan ket bila nebêjin ax û wax.

Namzediya Başak Demîrtaşê nîşaneya wê sekna birûmet a gelê Kurd û DEM Partiyê bû ku berdêlên giran dane lê hîn jî dev ji daxwaza demokrasî û aştiyê bernadin.

Ew kesên bêexlaq ên ku heta niha ti berdêl nedane û ji cihê xwe dibêjin ‘Ji bo hevdînê xwe bazar kir’, bila qet nebe piştî niha hewl bidin ku piçekî biexlaq bin.”

“Piştî 1ê Nîsanê ji hilbijartinên 31ê Adarê girîngtir e”

Demîrtaş got, “Pirsa Kurd, pirsgirêkên giran ên dad û Demokrasiyê û pirsgirêkên aborî ji bo me li pêş in” û pê de çû:

“Kî bixwaze van pirsgirêkan çareser bike em dê bi wan re biaxivin.

Heke em bibînin ku jidil û cidî ne, em dê ji bo her gavekê du gavan ber bi wan herin.

Em ji bo vê jî ji ti kesî destûrê naxwazin û nexasim jî em ti carî hesêb nadin wan kesên ku ji bo evîna kursiyan bi ser û guhên hev girtine.

Divê DEM Partî li gorî van prensîban tevbigere. Heke karibe, desthilat û mixalefet jî di nav de divê bi hemû partiyan re rûne.

Ji ber vê yekê jî ji bo me dema piştî 1 Nîsanê ji hilbijartinên 31ê Adarê girîngtir e.

“Aktorên li derveyî DEM Partiyê mijar rast nenirxand”

Aktorên siyasî yên li derveyî DEM Partiyê îradeya Başak Demîrtaşê ya ji bo namzediyê bi awayekî rast nenirxandiye.

Ji ber jî tê fêhmkirin ku dê hinek hevalên me yên din ên biqîmet bibin namzed.

Em vê pêngavê ne ji bo hilbijartinê lê ji bo aştiya civakî girîng dibînin.

Ji bo demokrasî û aştiya civakî ti carî ne dereng e. Divê hemû partî karibin bi hev re biaxixin.

Em ji demokrasî, aştî û azadiyê re xizmetê dikin. Berdêlên me tenê ji bo van tiştan in û ez bawer dikim em dê bi ser bikevin.

Em ji bo vê bibiryar in û vîna me heye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:37:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x