Senatorê Amerîkî: Ez firotina F-16an bo Tirkiyê erê nakim

Serokê Komîsyona Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez ragihand ku, “Heta Erdogan helwesta xwe ya êrîşkarane ya li herêmê ranewestîne, ew wek Serokê Komîsyona Derve ya Senatoya Amerîkayê ti mijareke F-16an bo Tirkiyê erê nake.

13.10.2022, Per - 14:26

Senatorê Amerîkî: Ez firotina F-16an bo Tirkiyê erê nakim
Nuçe Belav bike

Senatoya Amerîkayê, şertên ku ji bo firotina F-16an bo Tirkiyê di reşnivîsa budceyê de hatibûn nivîsandin, ji reşnivîsî derxistin û astengiyên li pêş firotina F-16an bo Tirkiyê rakirin. Eger yasaya budceya sala 2023ê bi vî awayî li Senatoyê bê erêkirin, dê rêveberiya Biden bikaribe bê şert û merc F-16an bifroşe Tirkiyê.

Di serî de Menendez hejmareke zêde ya senatorên Amerîkî, dibêjin bi şertê li dijî Yunanistan û YPGê neyên bikaranîn û Tirkiye endamtiya Swêd û Finlandê erê bike F-16 bo Tirkiyê bên firotin.

Menendez piştî rakirina şertan ji reşnivîsa yasaya butceyê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Guhertineke di Yasaya Desthilatdariya Berevaniya Neteweyî (NDAA) de, tenê ji bo pêşxistina berjewendiyên Amerîkayê li Deryaya Spî amûrek e. Ez vekirî biaxivim: Heta Erdogan helwesta xwe ya êrîşkarane ya li herêmê ranewestîne, ez wek Serokê Komîsyona Derve ya Senatoya Amerîkayê ti mijareke F-16an bo Tirkiyê erê nakim. Qediya.”

Tirkiye demeke dirêj e, ji Amerîkayê 40 balafirên F-16 ên şer û modernîzasyona 80 balafirên ku pêştir kirîne dixwaze. Herçiqas Serokê Amerîkayê Joe Biden û Wezareta Derve ya Amerîkayê razî bûne F-16an bidin Tirkiyê, lê piraniya endamên senatoyê û Komîsyona Derve ya Senatoya Amerîkayê li dijî firotina F16an bo Tirkiyê derdikevin. Herwiha Yunanistan jî zextê li Amerîkayê dike ku F-16an nedin Tirkiyê yan jî bi şertê ku li dijî Yunanistanê bikar neyînin bidin Tirkiyê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di meha Nîsana 2022an de nameyek şand Kongreya Amerîkayê û got; “Firotina balafirên F-16 ên şer bo Tirkiyê dê di berjewendiya Amerîkayê de be û wê ji bo plana dûr û dirêj a NATOyê xizmet bike.” Herwiha Joe Biden jî di Lûtkeya Madridê ya NATOyê de li ser pirsa rojnamevanan piştgiriya xwe bo firotona F-16an bo Tirkiyê ragihandibû.

Lê li Amerîkayê hejmarek zêde ya senator û endamên Encumena Nûneran li dijî firotina F16an bo Tirkiyê ne. Bob Menendez pêştir gotibû: “Baştirkirina peywendiyên Tirkiyê ligel rêveberiya Biden, ji bo kirîna F16an têr nake. Eger Tirkiye F-16an dixwaze divê bi temamî ji sîstema berevaniya esmanî ya S-400 xilas bibe û derxîne derveyî sînorên welat. Pêngavên Erdogan ên xweşdîtinê vala ne. Li Kongreyê derbarê firotina çekan de desthilatdariya Komîsyonê heye.”

Partiya Dad û Geşedanê (AKP), ji bo balafirên F-16 ên şer 27ê Îlona 2022ê şandek şandibû Amerîkayê. Endamên şandê li Washingtonê 3 rojan ji bo piştgiriya wan bixwazin bi senatorên Amerîkî re hevdîtin kiribûn.

Serokê Yunanistanê Kiryakos Miçotakis jî di meha Gulana 2022an de beşdarî rûniştina Kongreya Amerîkayê bûbû ji endamên Kongreyê xwestibû: “Divê Amerîka F-16an nede Tirkiyê û derbarê firotineke ku li herêma başûrê rojhilatê NATOyê bibe sedema neseqamgiriyê hişyar be.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî meha borî derbarê şertê bikarneanîna li dijî Yunanistan û YPGê de got: “Balafirên ku em bikar neyînin, em dê çima bikirin.” Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî got: “Tirkiye di mijara balafirên şer de ne bê alternatîf e û eger Amerîka F-16an nefiroşe wan dê alternatîfên din binirxînin.”

Li gor yasayên Amerîkayê ji bo firotina çekan divê pêştir li Encumena Nûneran û Senatoyê bê qebûlkirin û yasa piştre bo erêkirina serok tê şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:12:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x