Şer û pêvçûn di navbera leşkerên Tİrkiyê û çekdarên DAİŞ ê derket : 5 koştî û birîndar

Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya oprasyona Mertala Firatê de, îro di pevçûnên ligel çekdarên DAIŞê de, 5 leşkerên wî welatî hatine kuştin û birîndar kirin.

13.02.2017, Pts - 17:37

Şer û pêvçûn di navbera leşkerên Tİrkiyê û çekdarên DAİŞ ê derket : 5 koştî û birîndar
Nuçe Belav bike

Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya oprasyona Mertala Firatê de, îro di pevçûnên ligel çekdarên DAIŞê de, 5 leşkerên wî welatî hatine kuştin û birîndar kirin.

Operasyona Artêşa Tirkiyê di nava axa Sûriyê de ya bi navê operasyona Mertala Firatê berdewam e.

Di berdewamiya operasyona Mertala Firatê de, îro duşemî Artêşa Tirkiyê ragihand, ku hêzên leşkerî yên wî welatî îro duşemî 13ê Sibata 2017ê li herêma El Babê ya Sûriyê rastî êrişa çekdarên DAIŞê hatine.

Li gorî daxuyaniya Artêşa Tirkiyê, di navbera hêzên leşkerî yên Tirkiyê û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûn derketine.

Artêşa Tirkiyê da xuyakirin, di encama pevçûnan de, 1 leşkerê Tirkiyê hatiye kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1337 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:35:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x