Stenbol: Kesekî serê jinekê jê kir û ji sûran avêt

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê kesekî 2 jin kuştin û dawî li jiyana xwe anî.

05.10.2024, Cts - 10:34

Stenbol: Kesekî serê jinekê jê kir û ji sûran avêt
Nuçe Belav bike

Kesê tawanbar ku tê gotin qesab e piştî ku li ser sûrên Edîrnekapiyê yên Stenbolê serê jinekê jê kir û avêt xwarê, xwe jî avêt xwarê û mir.

Li gorî zanyariyan Semîh Çelîkê 19 salî ku tê gotin qesab e, duh saet 15:30î li navçeya Eyûp Sultana Stenbolê jina bi navê Ayşenûr Halîla 19 salî kuşt.

Piştî wê nîv saetekê jî li navçeya Fatîha Stenbolê li ser sûrên Edîrnekapiyê jî serê Îkbal Uzunera 19 salî jê kir û ew jî kuşt.

Piştre jî serê wê ji sûrên Edîrnekapiyê avêt xwarê.

Semîh Çelîk piştî kuştina Îkbal Uzunerê li ser sûran benek xist qirika xwe û xwe ji sûran avêt xwarê û dawî li jiyana xwe anî.

Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.

Hat ragihandin, Semîh Çelîk berî ku xwe ji sûran biavêje 2 jin kuştine û lêkolîn berdewam in.

Li aliyê din, dîmenên bûyerê ji aliyê hinek welatiyan ve li ser torên civakî hatin belavkirin.

Di dîmenan de welatiyek dibêje kesê ku li ser sûran serê jinekê jê kiriye madeyên hişbir bi kar tîne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 65 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:19:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x