Tanrikulu: Pêwîstiya Erdogan pê heye, dê ceza bidin Demîrtaş

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu derbarê Doza Kobaniyê de got ku dê ceza bidin Selahattîn Demîrtaş.

09.08.2023, Çar - 06:52

Tanrikulu: Pêwîstiya Erdogan pê heye, dê ceza bidin Demîrtaş
Nuçe Belav bike

Tanrikulu anî ziman ku pêwîstiya Erdogan bi vê biryarê heye û got:

“Meha Tebaxê betlaneya dadî ye lê dadgehê roja rûniştina dadgehê diyar kiriye. Ji ber ku dê ceza bidin Selahattîn Demîrtaş, pêwîstiya Erdogan bi vê biryarê heye.”

Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê rojeva wî welatî de civîneke medyayê li dar xist.

Sezgîn Tanrikulu anî ziman ku dê di rûniştina vê mehê ya Doza Kobaniyê de ceza bidin hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

“Pêwîstiya Erdogan bi biryara cezakirinê heye”

Tanrikulu nêrînên xwe yên li ser mijarê bi vî awayî îfade kirin:

“Rûniştina Doza Kobaniyê tevî ku betlaneya dadî ye dê di meha tebaxê de bê kirin. Armanca wan ew e, ceza bidin Demîrtaş. Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê roja rûniştinê diyar kir. Ji ber ku pêwîstiya Erdogan bi biryara cezakirinê heye. Hêviya cezakirinê heye.”

Tanrikulu herwiha da zanîn ku derbarê Demîrtaş de heta niha biryareke ceza nîne û bi armanca ku rê li ber biryara Dadgeha Destûrê bigrin dixwazin ceza bidin wî.

Tanrikulu herhiha ragihand ku “Mirov nikare li Tirkiyeyê behsa azadiya darazê bike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 152 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:51:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x