Tîma hawarçûnê ya Avusturyayê ji ber tûndûtijîyê karê xwe rawestandin

Piştî erdheja li navçeyên Bazarcix û Elbîstanê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Artêşa Austuryayê ku çûbûn parêzgeha Hatayê kar û xebatên xwe rawestandin.

11.02.2023, Cts - 14:48

Tîma hawarçûnê ya Avusturyayê ji ber tûndûtijîyê karê xwe rawestandin
Nuçe Belav bike

Li gor medyaya Tirkiyê Efserê paye bilind ji Artêşa Austuryayê Pierre Kuhelweis ragihandiye ku li cihê lêgerîn û rizgarkirinê dengê çekan tê bihîstin û ji ber zêdebûna bûyerên tûndûtîjiyê tîmên wan karê xwe rawestandine.

Kuhelweis got: “Li Tirkiyê her diçe di navbera grupan de êrîşkarî zêde dibe û dê ew bûyer bandoreke nerênî li ser karê me bike. Me gelekî dixwest alîkariyê bikin lê şert û mercên heyî ev in. Li dijî me êrîşek nebûye, em hemû baş in lê ji bo demekê me karê xwe rawestandiye.”

Piştî Erdheja Mereşê ya 6ê Sibata 2023an ku bandor li 10 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiriye nêzîka 80 welatan hem alîkariya aborî hem jî tîmên hawarçûnê şandine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 360 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:15:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x