Tirkiyê bi Ocalan re hevditînên veşartî pêk tîne

Bi bidawîbûna proseya çareseriyê hevditînên şanda Îmraliyê û hikûmeta Tirkiyê bi Ocalan re jî dawî bibû. Lê, tê îddiakirin ku hikumeta Tirkiyê bi Ocalan re hevditînên veşartî pêk tîne û dê piştî giştpirsiyê (referandumê) jî prose ji nû ve dest pê bike. HDP guman ji wan zanyariyên dike û dibêje, hewlek ji bo bi dest xistina dengên kurdan e.

16.02.2017, Per - 06:37

Tirkiyê bi Ocalan re hevditînên veşartî pêk tîne
Nuçe Belav bike

Tê îddiakirin ku hikumeta AK Partiyê bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevditînên veşartî pêk tîne. Li gorî van îddiayan hikumet dê piştî giştpirsiyê ji nû ve dest bi proseya çareseriyê bike û dê serokê PKKê, Ocalan jî di vê proseyê de rola xwe bilîze.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi guman pêşwaziya van îdîayan dike. Li gorî HDP'ê hikûmetê bi îtifaqa ligel Partiya Tevgera Niştimanî ya nijadperest (MHP) piştgiriya kurdan wenda kiriye û bi nûçeyên wiha dixwaze dîsa piştgiriya kurdan bistîne.

Parlamenterên AK Partiyê dibejin dibe ku prose ji nû ve dest pê bike lê hikumet ji vir şûn ve ne bi tenê PKK, Ocalan û HDPê, dê hemû aliyên kurdî yên weke berdeng (muxateb) bibîne.

Parlamenterê AKPê Burhan Kayaturk li ser vê mijarê daxuyanî da Rûdawê û ragihand: “Ez hez dikim insanên em bi hizûr bin. Bi wî awayî bisekinin. Ji bona wê yekê jî eger lazim be, her zamanî, careke din dest pê dike. Wexta ku îro dest pê kirin, nabêjin ewa KDP ye, eva HDP ye. Eva PKK ye. Eva kurdê ku bê partî ye, yê AK Partiyê be pirsgirêk nîn e. Bi temamê kurdan re xeber didin”.

Lê belê HDP bawer nake ku hikûmet di nava amadekariyên proseyeke nû de be. Li gorî HDPê hikûmet ji bo pişgiriya giştpirsiyê kurdan dixapîne.

Parlamenterê HDPê Lezgîn Botan jî di heman bareyê de ji Rûdawê re got:

“Di Îtifaqeke bi nijadperestê MHPê re girêdayî, koalisyona AKP, MHP û Ergenekonê de ji bo kurdan tenê dîlgirtin, koledarî û mirin heye. Ji ber wê ne mimkun e birêz Ocalan jî vê erê bike. Lê eger ku bi birêz Ocalan re hevdîtin bêne kirin ev ji bo pêşeroja gelan tiştekî erênî ye. Lê nabe ku bi referandumê re were girêdan”.

Di derbarê destpêkirina proseya nû de ji aliyê hikumetê ve heta niha çi daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1823 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:45:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x