Demjimêr 02:30ê şeva Sêşemê 25-05-2017, firokeyên şerker ên Tirkiyê, li Çiyayê Şingalê baregahên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) bombebaran kirin.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, firokeyan li Çiyayê Şingalê Deriyê Geliyê Kesrê bombebran kirine. Lê beriya bombebaranê agahiya şervanên YBŞê hebûye lewma baregaha li vê derê ya şervanan vala bûye.
Li nêzîkî baregaha YPGê baregaha Hêzên Pêşmergeyan jî hebûye. Firokeyan ev baregah jî bombebaran kirine û di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûne û 9 pêşmerge jî birîndar bûne.
Piştî bombebaranê hatinçûna Çiyayê Şingalê ji aliyê hêzên PKKê ve hatiye qedexekirin. Lewma pêşmergeyên birîdndar rakirine nexweşxaneyên Duhokê.
Peyamnêrê me da zanîn, ku heta demjimêr 04.00ê sibê jî dengê firokeyên şer li herêmê dihat. Herwiha diyar kir, ku jiyana nêzîkî 3 hezar kesên sivîl ên li ser çiya di metirsiyê de ye.
Li gorî zanyariyan firokeyên şer ên Tirkiyê li Dêrîka Rojavayê Kuridstanê jî baregahên YPGê bombebaran kirine.