Berî du rojan hat ragihandin ku hejmarek ji pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne, lê HSD û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ev yek red kiribûn. Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey, piştrast kir ku pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
Ev babet hem di nav çapemeniya Tirkiyê de hem jî di nava Kurdan de tê şirove kirin. bi taybetî piştî daxuyaniya Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey li Tirkiyê mijar bi germî bûye rojeveke sereke. Hikumeta Tirkiyê helwesta xwe ya fermî eşkere nekiriye lê aliyên nêzikî hikumetê bi germî pêşwazî li plana çûna peşmergeyên roj bo rojavayê kurdistanê dikin.
Berpirsek ji Navenda lêkolînên Siyasî, Aborî û Civakî (SETA) ku yek ji navendên nêzikî Wezareta Derve ya Tirkiyê ye dibêje Tirkiyê bi erênî li plana çûna Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê dinêre. Hikumeta Tirkiyê heta niha li ser mijara çûna Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê eşkere nekiriye, parlemeneterekî HDPê jî dibêje eger tiştekî wisa hebe ew mizginiya xêrê ye ji bo hemû Kurdan.
Derbarê vê mijarê de ji SETAyê Can Acun ji Rûdawê re wiha got: “Di dema êrîşên DAIŞê de jî Tirkiyê deriyê xwe vekir û rê da ku hem Pêşmerge hem jî Pêşmergeyên Roj derbasî Kobanî bibin. Tirkiye li Bakurê Suriyê PKKê ji bo xwe gefekê dibîne lê peywendiyên Tirkiyê bi grubên ji dervey PKKê, bi taybetî bi ENKSê re baş in. Nêrîna Tirkiyê li beramber Peşmergeyên Roj erênî ye.”
Parlementerê HDPê Nusret Maçîn jî ku bi xwe endamê Partiya Komînist a Kurdistanê ye vê nûçeya derbasnûna Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê weke mizgîniyekê dibîne.
Nusret Maçîn wiha got: “Dema ku min ev nûçe bihîst ku Pêşmegreyên Roj û YPGê civîneke kirine min ev nûçe weke mizgîniyekê qebûl kir.
Cîgirê Serokê Oposîzyona Suriyê ku heman demê nûnerê ENKSê ye di nav encûmenaa oposizyonê de jî dibêje êdî dema çûna Pêşmergeyên roj bo Rojavayê Kurdistanê hatiye.
Nûnerê ENKSê li Opozîsyona Sûriyê Abdulbasît Hemo jî wiha axifî: “Bi rastî dema hatiye ku Pêşmerge derbasî axa Kurdistanê bibin û bergiriya welatê xwe bikin. Taybet jî niha daxwazeke wisa tê rojevê. Xelkê me gellek bi geşbînî li derbasbûna peşmegeryan dinêrin.”
Hikumeta Tirkiyê heta niha gellek caran Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser wê yekê rexne kiriye ku ew rê danin çi aliyên din yên siyasî li Rojavayê Kurdistanê kar bikin.