Li gorî nûçeya Wall Street Journalê ku dispêre çavkaniyên leşkerî yên amerîkî, Tirkiye hewl dide ku bi hezaran leşkerên ereb ên sûrî qanî bike daku beşdarî operasyona Raqayê bibin û heta niha hinek ji wan di bin yek sîwanê de gihandine hev. Li gorî çavkaniya ku ji rojnameyê re axiviye, armanca Tirkiyeyê ji vê pêngavê ew e ku nehêle kurd beşdarî operasyona Raqayê bibin.
Ji aliyê din ve, heman çavkaniyê pêşbîn kiriye ku ev yekîneyên ereb ên Tirkiye wan digihîne dê ti rolê di operasyona Reqqayê de nelîzin.