Wezaretê daxuyanî da: Hejmara leşkerên kuştî bû 6

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand, hejmara leşkerên ku di êrişa PKKyê de hatine kuştin derket 6an û leşkerek jî birîndar e.

23.12.2023, Cts - 06:38

Wezaretê daxuyanî da: Hejmara leşkerên kuştî bû 6
Nuçe Belav bike

Li gorî hinek çavkanî û malperên nûçeyan yên xwecihî, van şer û pevçûnan li devera Bêsosinê ya navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê li ser sînorê bakur û başûrê Kurdistanê rû daye.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku 2 cerdevan jî hatine kuştin lê wezaretê li ser cerdevanan ti daxuyanî nedaye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê berê ragihandibû ku di vê çalakiya gerîlayan de 4 leşkerên wan hatine kuştin 3 leşker jî hatine birîndarkirin.

Li gorî daxuyaniyê leşkerên ku hatine kuştin Ramazan Gunay, Mehmet Serînkan, Çagatay Erenoglu, Yasîn Karaca, Emre Taşkin û Îsmaîl Yazici ne.

Hat îdiakirin ku di van pevçûnan de 4 gerîlayan jî canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din, heta niha PKKyê li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 250 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:33:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x