Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Xeta petrolê di demeke nêzîk de dest bi kar dike

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand, li ser Xeta Petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê daxuyanî da.

15.09.2023, Cum - 11:53

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Xeta petrolê di demeke nêzîk de dest bi kar dike
Nuçe Belav bike

Alparslan Bayraktar da zanîn ku kêmasiyên Xeta Petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê temam bûne û dê xet di demeke nêzîk de dest bi kar bike.

Alparslan Bayraktar doh li li Enqereyê bi hinek nûnerên medyayê re civiya û pirsên wan bersivandin.

“Gotûbêjên bi Îraqê re berdewam dikin”

Bayraktar li ser pirsa Xeta Boriyê ya Kerkûk-Ceyhanê ku demek e rawestiyaye got:

“Erdhejên 6ê Sibatê û piştre jî lehiyê zerer daye xeta petrolê. Xebatên tespîtkirina zereren û çêkirina boriyan dest pê kiriye.

Ji ber egera ku Îraq di rojên pêş de qerebûya zêde bixwaze, xebatên tespîtkirina zereren ji aliyê parastina yasayî ve ji bo Tirkiyê girîng in.

Gotûbêjên di vê mijarê de yên bi Îraqê re berdewam dikin.”

Bayraktar got, Îraqê ji bo cîbicîkirina biryara Dadgeha Parîsê serî li Dadgeha Amerîkayê daye û dibe ku Tirkiye jî ji bo 950 milyon dolar qerebûya xwe rêyeke wiha hilbijêre.

“Di demeke nêzîk de dest bi kar dike”

Bayraktar di berdewamiya bersiva xwe de wiha axivî:

“Tirkiyê ji bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Navbeynkariyê ya Navdewletî ya Parîsê daye.

Divê em wekî du welatên cîran bi hev re rûnin û çareseriyeke dostane bibînin.

Ji bo demên ku xeta boriyê nexebitiye raporek hat amadekirin lê dê xeta boriyê dest bi kar bike.

Ji aliyê teknîkî ve kêm zêde amade ye û di demeke nêzîk de dest bi kar dike.”

Dadgeha Navbeynkariyê ya Parîsê li ser serlêdana Îraqê di Adara 2023yan 1,5 milyar dolar ceza dabû Tirkiyeyê.

Piştî vê yekê hinartina petrola Kerkûk û Herêma Kurdistanê rawestiyabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:42:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x