Yekem şîroveya HDPê ya li ser berbijêriya Kiliçdaroglu

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li ser berbijêriya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bo serokomariyê got, “Berî her tiştî ez bêjim berbijêriya Kiliçdaroglu li ser xêrê be. Em li bendê ne ku ew serdana me bike.”

07.03.2023, Sal - 07:42

Yekem şîroveya HDPê ya li ser berbijêriya Kiliçdaroglu
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu weke berbijêrê serokomariyê yê Hevpeymaniya Miletê hat ragihandin.

Piştî civîna îro li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê ku 4 saetan berdewam kir, Serokê Giştî uê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu ragihand ku Kiliçdaroglu berbijêrê serokomariyê yê Hevpeymaniya Milet e.

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar îşev di weşana televizyoneke Tirkî de berbijêriya Kiliçdaroglû pîroz kir.

Mîthat Sancar got: “Di dawiya vê pêvajoyê de em dê namzedekî destnîşan bikin an na, helbet di danûstandinên bi hêzên me yên tifaqê re dê biryar bê dayîn. Lê belê berî her tiştî dixwazim bibêjim ku berbijêriya birêz Kiliçdaroglu li ser xêrê be. Em li bendê ne ku serdana me bike. Me berê jî prensîba xwe eşkere kiribû û gotibû, 'Eger mûxalefet bikaribe berbijêrek hevpar destnîşan bike, eger di encama hevdîtinên rasterast ên bi wî berbijêrî re lihevkirinek pêk were em dê piştgiriyê bidin wî berbijêrî.' Eger na, bijarde diyar e, em dê berbikêrê/a xwe destnîşan bikin, lewma em dibêjin berbijêriya birêz Kiliçdaroglu dê baş be û em li bendê ne ku li navenda partiya me bi wî re li ser wan biaxivin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 432 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:43:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x