YSKê berbijêrê Partiya Çep a Kesk red kir û lîste guherî

Piştî ku li Sêrtê berbijêrê Partiya Çep a Kesk (YSP) yê di rêza sêyemîn de ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ve hat redkirin, li şûna wî Abdullah Çetîn bû berbijêr.

12.04.2023, Çar - 05:57

YSKê berbijêrê Partiya Çep a Kesk red kir û lîste guherî
Nuçe Belav bike

Mehmet Kaysî yê ku ji aliyê Partiya Çep a Kesk ve ji bo hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê, ji Sêrtê wek berbijêr hatibû diyarkirin ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ve hat redkirin.

Serlêdana Kaysî ji ber ku di 16ê Adara 2023an de ji erka xwe ya endamtiya Encûmena Giştî ya Parêzgehê îstifa nekiriye nehatiye qebûlkirin. Li ser vê yekê Endamê Komîteya Dîsîplînê ya Navenda Giştî ya Partiya Çep a Kesk Abdullah Çetîn li şûna wî di rêza 3yemîn de bû berbijêr.

Tuncer Bakirhan berbijêrê di rêza yekemîn ê Sêrtê yê Partiya Çep a Kesk e, û Sebahat Erdogan jî di rêza duyemîn de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 643 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:32:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x