Li Rihayê termê zilamekî hat dîtin

Li Navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê termê zilamekî ku hatiye kuştin hat dîtin.

27 Hezîran 2025 - 10:06
27 Hezîran 2025 - 10:06
 0  230
Li Rihayê termê zilamekî hat dîtin

Li Navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê termê zilamekî ku hatiye kuştin hat dîtin.

Term şeva borî li Taxa Şirnakê, li nêzîkî bazara heywanan hat dîtin.

Rêbiwaran dît ku kesek li erdê veleziyaye û bê tevger e û wan agahî da tîmên tenduristiyê.

Tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Wan tesbît kir ku kesê li erdê Î.H.Y. (25) ye û bi çekê hatiye kuştin.

Tîmên tenduristiyê termê Î.H.Y. rakir meytxaneya Saziya Bijîşkiya Dadî ya Rihayê.