Li şeş deverên Şirnexê qedexe hate ragihandin
Li şeş deverên Şirnexê bo heyama 3 rojan qedexe hate ragihandin. Ji welatiyan hate xwastin pabendî biryarê bin.

Parêzgariya Şirnexê, li gundewarên navçeya Elbakê, deverên tehta reş, Sîxurpaşa, çiyayên Kato û çend deverên din, ji bo heyama 3 rojan wek “Deverên Ewlekariya Taybet” ragihandin.
Parêzgariyê da zanîn, ji ber zêdebûna liv û tevgerên endamên PKKê li navçeyê, hêzên ewlekariyê dest bi operasyonê kirine.
Parêzgariyê ji welatiyan jî xwast, ji bo ewlekariya canê xwe ji 17’ê mehê heta dawiya 19’ê mehê ji wan deveran dûr bikevin.