Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransayê tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya navçeyê kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30î Hezîranê pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê Patrick Durel kir.

30 Hezîran 2025 - 15:43
30 Hezîran 2025 - 15:43
 0  229
Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransayê tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya navçeyê kirin

Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yann Braem jî amade bû, pêşxistina pêwendiyên dualî û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Mijareke serekî ya civînê, çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bû. Di vî warî de, tekezî li ser girîngiya rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û dabînkirina maf û şayisteyên wê yên darayî hat kirin.

Herdu alî li ser pêwîstiya parastina ewlehî û aramiya herêmê hevnêrîn bûn.