Serok Barzanî û Balyozê Fransayê pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê gotûbêj dikin

Serok Mesûd Barzanî îro 30î Hezîranê pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

30 Hezîran 2025 - 15:42
30 Hezîran 2025 - 15:42
 0  174
Serok Barzanî û Balyozê Fransayê pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê gotûbêj dikin

Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem jî amade bû, rewşa siyasî ya navçeyê, geşedanên dawî û gefên li ser aramiya herêmê hatin gotûbêjkirin.

Mijareke din a girîng a hevdîtinê, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bû. Di vî warî de, danûstandinên dawî yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatin nirxandin.

Herwiha, hilbijartinên dahatû yên Encûmena Nûneran a Iraqê, qonaxa nû ya siyasî û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de, mijarên din ên civînê bûn.